Cinayetên siyonîstan di roja 279an a jînosayda filistîniyan berdewam dike
Di 279-emîn roja şerê Xezeyê, bomberdûmana giran a navçeyên curbecur ên zîvala Xezeyê û koçberkirina dubare ya penaberên ji taxên bajarê Xezeyê, qeyrana komkujiya ji aliyê artêşa dagirker ve girantir kir.
Dagirkerên Rejîam Siyonîst di 279-emîn roja şerê Xezeyê de, vê sibê herêmên El-Remal , Tel El-Havî, Xan Yûnis û El-Sebreyê yên zîvala Xezeyê bombebaran kirin.
Balefirên cengê yên vê rejîmê ji xeynî bombebarankirina malên filistîniyan li navenda bajarê Refehê, başûrê Xezeyê, derdora nexweşxaneya El-Şifa, rojavayê bajarê Xezeyê û herêmên rojhilatê Xan Yûnis û kampa El-Nuseyratê bombebaran kirin.
Her wiha zêde ji 40 filistînî jî di encama bombebarana dibistanekê de li kampa El-Nuseyratê li navenda Xezeyê ku penaberên filistînî têde bi cih bûne zêde ji 40 filistînî şehîd an birîndar bûn.
Rejîma Siyonîst her wiha bi êrişa ser dibistana El-Ewdeyê li bajarê Ebsanê li rojhilata Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê ku penaberên filistînî têde dijîn, zêdetir ji 30 kesşehîd kirin.