Hezîran 22, 2024 16:28 Asia/Tehran
  • Berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê û gurrbûna pirsgirêkên xelkê

Rêxistina cîhanî ya Tenduristiyê bi rexnekirina hovîtiya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê ragihand ku xelkê vê navçê rastî şewba xelayê hatine.

 

Rêxistina cîhanî ya Tenduristiyê jî bal kişande ser berdewamiya kuştina zarokan ji aliyê Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê û ragihand: Amanckirina navendên pizîşkî  qet nayê pînekirin û Îsraîl rêzê li qanûnên navneteweyî nagire.

Rêxistina cîhanî ya Tenduristiyê jî hişyarî da ku germahiya zêde li Zîvala Xezeyê  renge pirsgirêkên tenduristiyê girantir bike.Berdevka Rêxistina cîhanî ya  Tenduristiyê Margaret Heris got:

Zîvala Xezeyê rastî  karesateke tenduristiyê hatiye û  her roj pêwîstiyên xelkê vê deverê zêde dibin, ji ber ku gelek welatî li cihekî biçûk kom bûne  li ber etisiya xelayê ne û nikarin rehet ava vexwarinê bi dest bixin. 

Ji aliyê din ve,Riçard Peperkorn nûnerê Rêxistina cîhanî ya Tenduristiyêli Filistîna dagîrkirî jî ragihand: Herî kêm 10 hezar nexweş li Zîvala Xezeyê ku di bin êrişên tund ên Îsraîlê de ne, pêwîst e ji vê deverê bên şandin  bo dermankirinê.Di halkeî de ku  derbasgeha Refehê ji 7 Gulanê ve hatiye girtiye û heta niha ti nexweş ji bo dermankirinê ji zîvala Xezeyê derneketine û ji ber girtina deriyê Refehê ji aliyê Îsraîlê ve giêştina bo navendên locêstîk ên NY karê tidarekatê zehmet kiriye. 

Fîlîp Lazarînî, serokê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya NY ji bo penaberên filistînî (UNRWA) vê sibê got: Alîkariyên ji bo zîvala Xezeyê  bi sînor in,û piştî zêdetir ji heşt mehan ji vî şerê hovane, alîkariyên mirovî  bi awayekî berfireh naghêje destê kesên hewcemend. 

 

Serepeyv