Hezîran 19, 2024 08:10 Asia/Tehran
  • Xwepêşanda girseyî ya bajaroknînan li dijî Netanyahu

Bi hezaran kes i bajaroknişînên siyonîst şeva buhurî li dijî kabîneya Netanyahû xwenîşandan kirin û daxwaza wêdebirina Netanyahu û bi hev re guhertina bilez a girtiyên filistînî û îsraîlî li Xezeyê kirin.

Îşev bajaroknişînên siyonîst li ber avahiya Kinêsêtê li Qudsa dagirbûyî xwenîşandanek li dijî kabîneya Netanyahû li dar xistin û daxwaza rêketina bi berxwedana Filistînê ji bo azadkirina girtiyên filistînî û îsraîlî kirin û teqezî ser wêdebirina Nêetanyahû û kabîneay wî kirin. 

 Li gorî rapora  Yedîût Aharonot, xwenîşanderên Îsraîlî daxwaza  têkbirina  kabîneya Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kirin.

Bajaroknişînên siyonîst û  malbatên girtiyan  her roj ji bo azadkirina girtiyên xwe xwepêşandanan dikin û dijberiya xwe li hember siyasetên Netanyahu û kabîneya wî derbarê şerê Xezeyê û şêwaza azadkirina girtiyan radighînin. Malbatên van girtiyên siyonîstli ser vê bawerê ne ku Netanyahû bi qestî rê li hevhatina pevguhertina girtiyên filistînî û girtiyên Îsraîlê digire.

Serepeyv