Tabûrên El-Qassam derbên giran li siyonîstan xistin
Çavkaniyên nûçeyan vê sibê ragihandin ku li dû êrişa mûşekî ya Tabûrên El-Qassam, çiqa leşkerî ya Hemasê, ser baregeha leşkerî ya Rejîma Siyonîst li navça ku wek kalana Xezeyê tê naskirin, şewatek pêk hatiye.
Tabûrên El-Qessam ragihandin ku baregeha leşkerî ya Kizowimê li derdora zîvala Xezeyê jî bûye armanca êrişa mûşekî.
Li gorî ragihandina medyayên siyonîst, êrişa mûşekî ya El-Qessam ser vê baregeha leşkerî bûye sedema şewitîna wê.
Tabûrên Şehîd Ezeddîn El-Qessam di daxuyaniya xwe de ragihandin ku li rojhilatê taxa El-Zeytûn a bajarê Xezayê, li herêmên cuda yên Zîvala Xezeyê li dijî artêşa siyonîst gelek li cihê ku leşkerên dijmin lê bi cih bûbûn, çend operasyoan pêk anîne. Li rojhilatê taxa El-Zitûn a bajarê Xezeyê maleke bombebarkirî ku leşkerên dijmin lê bi cih bûbûn teqand û di encamê de leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndarkirin.
Ketîbeyên El-Qassam jî ragihandin ku cihê leşkerên Rêjîma Siyonîst li rojhilatê taxa El-Zeytûnê bi çend hawanan kirine armanc.
Li dewama operasiyonên îro, baskê leşkerî yê Hemasê cihê leşkerên Rêjîma Siyonîst li başûr û başûrê rojava, taxa "Tal El Sultan" li bajarê Refehê bi topên hawanê kir armanc.
Tabûrên Qesam ragehand ku Me tankeke Merkava ya li Tel El Sultan bi roketeke Elyasîn 105 hedef girt û li gorî çavkaniyên nûçeyan yên Lubnanê, Hizbullahê jî zêdetirî 60 mûşek avêtine Filistîna dagirbûyî ku li gorî çavkaniyên siyonîst ziyanên madî çêbûne.