Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê û zêdebûna hejmara şehîdan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê şeva îniyê ragihand ku hejmara şehîdên destdirêjiya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê 105 kes zêde bûye.
Di heyama 24 saetên borî de, hejmara van şehîdan gihîşt 37 hezar û 266 kesan.
Li gorî ragehandina Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di 24 sietên buhurî de çar cinayteên nû li herêmên curbicur ên Xezeyê pêk anîne ku di encamê de 34 kes şehd bûne û 71 kesên din jî birîndar bûne. Vê Wezaretê destnîşan kir: Bi tevlêbûna van hejmarên nû, hejmara şehîdên destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê ji 7`ê Cotmeha îsal ve gihîştiye 37 hezar û 266 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî hejmara herî dawî ya birîndaran di van cinayetan de 85 hezar û 102 kes ragihand. Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir, ku hejmareke termên şehîdan di bin kavilan de mane û hindek jî li kêleka rê mane, ku ji ber êrişên berdewam yên siyonîstan, saziyên alîkariyê nikarin wan bigehînin wan.
Zêdetir ji heşt mehan ji destpêka destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê bê encam û destkeft, ev rejîm roj bi roj zêdetir di nav qeyranên navxweyî û derve yên xwe de asê maye.
Rejîma Siyonîst di vê heyamê de ji bilî komkujî, wêranî, cinayetên cengê, binpêkirina qanûnên navneteweyî, bombebarankirina saziyên alîkariyê û sepandina birçîbûnê li vê navçê tu destkeftî bi dest nexistiye.