Hezîran 08, 2024 10:54 Asia/Tehran
  • Libêrmen: Em li Xezeyê tam rezîl û serşor bûn

Avigdor Libêrmen, wezîrê berê yê cengê yê Rejîma Siyonîst, şeva îniyêli xwe mukir hat ku piştî 8 mehan şer, dewsa serketineke tam, em tam rezîl û serşor bûn

Libêrmen tekez kir ku Îsraîlê herêma bakur ji dest daye û her tim li himber hizbullahê her karê ku dixweze dike. Îsraîlê piştî  heşt mehan şer nekariye Hemasê têk bibe û ne jî girtiyan ji Xezeyê vegerîne.

Yair Lapid serokêtevgera dijberên kabîneya Rejîma Siyonîst jî li daxûyaniyekê got: Kabîneya gendel a Binyamîn Netanyahû nikare rewşa xirab a siyasî li vê rejîmê rawestîne. Wî he wiha  got : Kabîneya gendel şiyana xwe ya girtina pêşiya xirabûna rewşa siyasî ya Îsraîlê ji dest daye. 

Serokê berê yê Konseya Ewlehiya Navxweyî ya Siyonîst her wiha teqezî  ser şikesta vê rejîmê li şerê Xezeyê û şerê bi Hizbullahê re kir û got: Şerê li bakur girantir bûye û mûşekên Hizbullah û Nesrullah digihêjin hemî navendên artêşa Îsraîlê. Medyayên Siyonîstan her wiha ragihandine ku Bênî Gantz endamê kabîneya cengê ya Îsraîlê dê îro bi axaftinekê vekişîna partiya xwe ji vê kabînê ragihîne û eger Gantz îstifa bike dê ev kabîne were hilweşandin.

Serepeyv