Hezîran 08, 2024 08:46 Asia/Tehran
  • Li Xezeyê di encama êrişa siyonîstan ser malekê 4 kes şehîd û 14 birîndar bûn

Balafirên şer ên Îsraîlê çend saetan berê niha li bakurê bajarê Xezeyê malek bombebaran kirin ku di encamê de 4 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn.

Ev cinayet li taxa Şêx Rizwanê pêk hat û malên xelkê bê berevan ên wê taxê hatine bombebarankirin.

Li gorî rapora vê tora nûçeyan, herî kêm 8 kes ji şehîd û birîndaran zarok in.Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê êvara Îniyê ragihand ku Rejîma Siyonîst di 24 saetên borî de 8 komkujî pêk anîne ku di encama wan êrişan de 77 kes şehîd bûne û 221 kes jî birîndar bûne.

Vê Wezaretê ragihand: Bi vê hejmarê, hejmara şehîdan li Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve, hevdem ligel destpêkirina operasyona bahoza Eqsayê, gihîştiye 36 hezar û 731 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 83 hezar û 530 kesan. Herwiha çavkaniyên nûçeyan duh ragihandin ku di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser herêma Rojava di 5 rojên dawî de, zêdetir ji 200 kes şehîd bûne.

Serepeyv