Xerakirina zêdetirî 600 mizgevtên Xezeyê di encama êrişên syonîstan
May 18, 2024 08:02 Asia/Tehran
Wezareta Ewqafê ya Xezeyê ragihand ku di encama êrişên Rejîma Siyonîstî de 604 mizgevtên zîvala Xezeyê tam hatine xerakirin.
Wezareta Ewqafê ya Xezeyê ragihand ku mûşek û bombeyên rejîma dagirker 604 mizgevt bi temamî û hin beşên zêdetirî 200 mizgevtan wêran kirine.Wezareta Ewqafê ya Xezeyê got: Rejîma dagîrker her wiha 60 goristan dane ber êrişan û deriyên gornan vekirine û zêdetirî 1000 şehîd û term revandine û serjê kirine.Li gorî vê raporê, Rejîma dagîrker a Îsraîlê 15 baregehên Wezareta Ewqafê ji wan navenda sereke ya vê wezaretê, navenda radyoya Quranê, Îdareya Ewqafê ya Xan Yûnisê û navenda xwedîkirina belge û destnivîsên vê wezaretê ji nav birine û heta niha 91 karmendên Wezareta Ewqafê li Xezeyê jî şehîd kirine.