May 10, 2024 09:58 Asia/Tehran
  • Dergehên Zîvala Xezeyê hatine girtin û ti alîkarî nayên şandin

Li gorî ragihandina Desteya Derbasgeh û Sînorên Zîvala Xezeyê, deriyên sînor ên zîvala Xezeyê girtî ne û ti alîkarî nayên şandin.

Kiryar û êrişên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan di halkeî de  li Xezeyê û navçên filistîniyan dewam dikin, ku dagîrkeran rê li ber şandina alîkariyan bo Xezeyê girtine û siyonîst hîn jî rê li ber  şandina alîkariyan bo Xezeyê digirin.

 Desteya Derbasgehû Sînorên Zîvala Xezeyê di daxûyanniiyekê de wek berteka li himber îdiaya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê vekirina deriyên sînorî û giheştina alîkariyên mirovî bo vê zîvalê tekezî li ser wê yekê kir ku derbazgehên Xezayê hîn girtî û di bin kontrola Rejîma Siyonîst de ne û ji destpêka êrişa artêşa siyonîst û dagîrkirina dergeha Refehê û girtina dergeha Kerem Ebû Selim heya niha ti alîkarî derbasî vê navçê nebûye.

Eva li halekê ye ku êrişên siyonîstan ser Xezeyê dewam dikin û topxaneyên Rejîma Siyonîst birca  El-Misrî li navenda bajarê Refehê kirine armanc. Balafirên şer ên siyonîstan Mizgevta Ebdullah bin Rewahê ya li cadeya El-Mezxe li rojhilatê Refehê bombebaran kirin.

 

Serepeyv