Nîsan 27, 2024 09:58 Asia/Tehran
  • Êrişa balefirên cengê yên siyonîstan Xeze hejand

Êrişên li pey hev ên balefrên cengê yê Rejîma Siyonîst ser deverên xelknişîn ên Zîvala Xezeyê vê sibê deverên curbicur yên vê zîvalê hejand.

Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst malên xelkê li taxa El-Şuceiye li rojhilatê Xezeyê topbaran kirin. Rojavaya bajarê Refehê jî ket ber êrişa hewayî ya rejîma dagirker.

Di encama bombebarana hovane ya malên xelkê  li kampa El-Nuseyratê  li navenda zîvala Xezeyê, 5 kes şehîd bûn û 30 kes jî birîndar bûn.

Di encama bombebarankirina maleke xelkê  li taxa El Siûdiyê li rojava Refehê herî kêm 5 filistînî û  zarokek, hatin şehîdkirin û çend kesên din jî birîndar bûn,

Firokeyên cengê yên Rejîma Siyonîst devera El-Zewayide  li navenda zîvala Xezeyê bombebaran kirin Ji aliyê din ve artêşa Rejîma Siyonîst vê sibê êrişî bajarên curbicur ên Rexê rojavayî dan ber êrişan û hejmarek ji filistîniyan di dema lêgerîna malên wan de girtin.

Di encama pevçûnên  bi siyonîstan re li  xala kontrolê ya Salimê nêzî Cênîn a Rexê Rojava de 2 ciwanên filistînî şehîd bûn.

 

Serepeyv