Nîsan 14, 2024 15:09 Asia/Tehran
  • Filîstîniyên Xezeyê piştgirî didin bersiva tund a Îranê bo êrişên Îsraîlê

Welatiyên filistînî li zîvala Xezeyê di hevpeyvîna bi nûçegihanê Al-Alamê re nêrînên xwe derbarê bersiva Îranê li hember êrişên Îsraîlê anîn ziman.

Jineke aware ya filistînî ji hemû kesên ku dikarin li hember dagirkeriya Îsraîlê bisekinin xwest ku dest ji berxwedanê bernedin û tekez kir ku em ligel wan kesan in ku bersiva êrişên Rejîma Siyonîstî didin.

Welatiyekî filistînî bi piştevaniya ji pêwîstiya dayîna bersiva  êrişên dagirkeran, tekez kir: Xelkê Filistînê rastî karesateke mezin a bombebarankirin, kuştin, wêrankirin û koçberkirina zêdetir ji milyon û nîv filistîniyan ji cih û warên xwe  û malên xwe li bakur ber bi başûr ve û ji başûr ber bi navend û bakur ve hatiye lewma em dixwazin bereya berxwedanê zêdetir û tundtir bersiva êrişên Îsraîlê bide.

Wî bal kişande ser vê yekê ku pêwîst e bersiva êrişên dagirkeran bê dayîn, ji ber ku bêyî bersivdayînê, Rêjîma Siyonîst dest ji êrişên xwe yên li dijî Xezeyê û gelê Filistînê bernade.

 

Serepeyv