Nîsan 13, 2024 09:08 Asia/Tehran
  • Êrişa bi roketan ser bajarokên siyonîstnişîn

Seraya el-Quds baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê şeva Înê ragihand ku çend çeperên artêşa Rejîma Siyonîst kirine armanc.

Vê koma  berxwedanê ya Filistînê ragihand ku me di operasyoneke hevpar a bi hêzên Omer El-Qasim re wek berteka li hemberî berdewamiya cinayetên li dijî gelê Filistînê li Xezeyê, bajarê Sedirût û çend bajarokên din ên derdora Xezeyê dan ber êrişan. 

Medyayên siyonîst ragihandin ku herî kêm 8 mûşek ji zîvala Xezeyê ve  ber bi Sederotê ve hatin avêtin.

Seraya el-Quds roja îniyê li daxûyaniyekê ragihand ku karwaneke tankên Rêjîma Siyonîst li meydana  Maynê asteng kirine.

Medyayên siyonîst şeva buhurî jî ragihand ku êrişên Hizbullaha Lubnanê li ser navçên dagirbûyî zêde bûne.

Serepeyv