Nîsan 06, 2024 17:21 Asia/Tehran
  • Roja Zarokên Filistînî rûreşiya civaka cîhanî li himber êşa zarokên Xezeyê

Saziyên Amarê û mafên mirovan bi boneya Roja Zarokên Filistînê ragihandin ku li Xezeyê her sietekê 4 zarok tên şehîd kirin.

Roja 5ê Nîsana her sal hevgav e bi roja Zarokên Filistînî ku îsal li cîhanê di nava şer û jînosayda şerê wêranker a Rejîma Siyonîst li Xezayê de hat li dar xistin, şerê ku  gelek kes wê şerê Îsraîl bi zarokên Xezeyê re didin zanîn. Civaka sivîl a Filistînê û  Rêxistina navneteweyî  raporên  diltezîn derbarê rewşa zarokên filistînî û binpêkirina mafên wan ên bingehîn bi taybetî ji destpêka êrişa li dijî Xezeyê di 7ê Cotmeha 2023an de weşandin ku ev yeka  rêxistinên mafên mirovan han da ku daxûyaniyekê bo organîzekirina kempêynekê bo rawestandina destdirêjiya ser zarokên Xezeyê belav bike. Li gorî rapora Dayireya Navendî ya  Amaran aaFilistînê ku roja Pêncşemiyê hat weşandin, rejîma dagirker ji destpêka êrişa xwe  ser  Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve  heta niha zêdetirî 14 hezar û 350 zarok kuştine. Herwiha zêdetir ji sedî 70 yê  ji qurbaniyên şerê wêranker yê rêjîma dagîrker li dijî Xezeyê jin û zarok in. Bi giştî li Xezeyê her sietekê nêzî 4 zarokên Filistînî tên şehîdkirin

 

Serepeyv