Nîsan 01, 2024 09:02 Asia/Tehran
  • Berdevkê Cîhada Îslamî ya Filistînê: Em ji 4 şertên sereke yên muzakereyên bi Rejîma Siyonîst re paşde nakişin

Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Mihemed El-Hac Mûsa got ku berxwedan ji rojên destpêkê yên şer ve ji bo kêmkirina zextên ser gelê Filistînê gelek nermatî nîşan da û navbeynkaran jîev yeka dîtin lê Rejîma Siyonîst hertim serhişkî kiriye.

Mihemed El-Hac Mûsa destnîşan kir ku şert û mercên ku berxwedanê xistne rojevê, rêketinek ji aliyê hemû komên Filistînê bûye û gel jî ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin piştgirî da van şertan. Ji ber ku eşkere ye ku daxwaza agirbesê û vekişîna artêşa Rejîma Siyonîst tenê garantiyek e ku giheştina alîkariyên mirovî bo tevahiya zîvala Xezeyê û vegerandina awareyan û nûavakirina navçê misoger dike û ewna şert û mercên berxwedanê ne.Wî got: Ger rejîma dagîrker bi rastî daxwaza agirbesê  û muzakireya derbarê wê dike, divê nermbûnê li xwe  nîşan bide û şert û mercên komên berxwedanê yên Filistînê qebûl bike.

 

Serepeyv