Nîsan 01, 2024 08:03 Asia/Tehran
  • Hamas: Amerîka serhişkiya siyonîstan vedişêre

Usame Hemdan endamê polîtboroyaTevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) tekez kir ku heta niha lidarxistina gera nû ya muzakireyan nehatiye hilêxistin û Amerîka berdewam serhişkiya Rejîma Siyonîst vedişêre.

Usame Hemdan got: Em daxwaza bersivandina daxwaza rawestandina destdirêjiya ser Zîvala Xezeyê, derketina Rejîma Siyonîst ji Zîvala Xezeyê, vegeryana awareyên filistînî û avedankirina vê navçeyê dikin di halekî de ku bersiva vê rejîmê tenê bi mebesta paşxistin û derbaskirina demê bûye.

Hemdan  ji hewldanên welatên navbeynkar li muzakireyên vê dawiyê de  sipasî kir û bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst hewl dide  ser rêya berdewamiya gotûbêjan astengiyan derxîne .

Endamê polîtboroya Hemasê destnîşan kir: Rejîma Siyonîst daxwaza azadkirina girtiyan û berdewamiya destdirêjiyên xwe ser zîvala Xezeyê dike û ger  serhişkiya Rejîma dagîrker berdewam bike, hewlên welatên navbeynkar dê rastî kêşeyê were di halekê  ku Amerîka berdewam serhişkiya Rejîma Siyonîst vedişêre û ger rêjîma dagîrker êrişên xwe bidomîne, berxwedêr ji bo rûbirûbûna wê amade ye.

Serepeyv