Adar 30, 2024 16:44 Asia/Tehran
  • Zêdebûna cinayetên Rejîma Siyonîst li Xeze û rexê rojavaya çemê Urdinê

Di encama êrişa hewayî ya rejîma dagirker ser maleke herêma El-Nesr a bajarê Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê de16 kes ji wan 5 zarok hatin şehîdkirin.

Di encama êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê ser maleke herêma El-Nesr li bajarê Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê de 16 kes ji wan 5 zarok şehîd bûn.Xwefirên Rejîma Siyonîst careke din nexweşxane û kombûna filistîniyên ku daxwaza alîkariyan dikrin li  navçeyên navendî yên Zîvala Xezeyê dan ber bombeyan. Di encama  êrişa xwefirên Rejîma Siyonîst  ser nexweşxaneya El-Şifa û derdora wê li navenda Xezeyê herî kêm 17 kes şehîd û çend kes jî birîndar bûn.

Her wiha çekdarên Rejîma Siyonîst êrişên xwe ser rojavaya bajarê Xezeyê û bi taybet navçeyên derdora El-Şucaiyê zêde kirin û çendîn efserên polîs ku berpirsiyariya dabînkirina ewlehiyê ji bo belavkirina alîkariyên mirovî bo xelkê bajarê Xezeyê dikirin, şehîd bûn.

Di sietênderbasbûyî de Rejîma Îsraîlê bi êrişên esmanî û hawanan herêma Zeytûnê ya li Xezeyê bi caran daye ber êrişan. 

Ji aliyê din ve, berxwedana Filistînê ragihand ku wan çend tankên Îsraîlê li derdora  nexweşxaneya El-Şifa kirine armanc.

Hevagvê hewildana artêşa Rejîma Îsraîlê jibo pêşdeçûna  nav  li deverên rojhilatê kampa penaberan a El Brîcê, di navbera hêzên berxwedanê yên Filistînê û artêşa siyonîst li van deveran pevçûn derket. 

Medyayan her wiha dîmenên îdamkirina ciwanekî filistînî ji aliyênîşanbazekî siyonîst ve li xaçerêya Hemîd li nêzî nexweşxaneya El-Şifa li rojavayê bajarê Xezeyê belav kirin.

Li gorî nûçeyeka din, piştî êrişa hêzên dagirker ên siyonîst ser bajarê Qebatiyê, hêzên berxwedanê yên filistînê bi wan re şerekî çekdarî yê giran destpê kirin. 

Têkoşerên berxwedanê çendbombesyên destçêkirî ser rêya siyonîstan teqandin, her wiha trimbêlên zirxî yên siyonîstan ji deriyê rojhilatê êrişî bajarê Qelqîliyê li Rexê Rojava kirin û  li navenda wê bi cih bûn.

Artêşa Îsraîlê çend mal û avahî li derdora nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de, Rejîma Siyonîst 8 cinayetên nû li navçeyên cuda yên Zîvala Xezeyê pêk anîne ku  di encamê de 82 kesî şehîd bûne û 98 kes jî birîndar bûne. 

 Bi vî awayî hejmara şehîdên destdirêjiya Rejîma Siyonîst gihêştiye 32 hezar û 705 kesî û hejmara herî dawî ya birîndarên van cinayetan gihîştiye 75 hezar û 190 kesan.

.

 

 

Serepeyv