Adar 28, 2024 08:20 Asia/Tehran
  • Kabîneya Netanyahu ji şerê Xezeyê ji bo xurtkirina çêkirina bajarokan sîtifadeya xerab dike

Endamekî Encumena Şoreşê ya Tevgera Fetih ragihand ku kabîneya Netanyahû bi bikaranîna şerê Xezeyê û dûr ji çavê medyayê di van mehên derbasbûyî de çêkirina bajarokn li rexê rojavaya çemê Urdinê zêdetir kiriye.

Tîsîr Nesrullah got: Di rewşekê de ku raya giştî ya cîhanê  ser cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li dijî sivîlên Zîvala Xezeyê sekiniye, serokên kabîneya cengê ya vê rejîmê, dûr ji çavên medyayê siyaseta wêrankirina malên filistîniyan û berfirehkirina çêkirina bajarokên neqanûnî li Rexê Rojavaya çemê Urdinê berdewam dikin.Endamekî  Encumena Şoreşê ya Tevgera Fetih got: Rayedarên Îsraîlî ne tenê berdewm ji rêya zewtkirina neqanûnî ya erdên filistîniyan   bi çêkirina bajarokan mijûl in, belkî di mehên dawî de, demajoya avakirina bajarokan bi awayekî berfereh zêde kirine.

Serepeyv