Adar 08, 2024 17:31 Asia/Tehran
  • Pîrozkirina Roja Cîhanî ya Jinan li Filistînê

Bi dehan Filistînî li roja cîhanî ya jinan li bajarên rexê rojava bona protestokirina berdewamiya şer û jînosayda li Xezeyêxwenîşandan li dar xistin û bang li civaka navneteweyî kirin ku hewl bidin kuştina jinan li Xezeyê bê rawestandin.

Rejîma dagirker a Îsraîlê di saetên derbasbûyî de zêdetirî 40 filistînî ji wan 4 jin desteser kirin ku Buşra El-Tewîl di nav wan de bû.Bi dehan jinên Filistînî  rêz li roja cîhanî ya Jinan ku li Filistînê  reng û bêhna berxwedana jina filistînî li meydanê heye, girtin.

Xwenîşanderan li bajarên Filistînê daxwaza rawestandina şer û jînosaydê  li zîvala Xezeyê û rawestandina cîbicîkirina biryara Rejîma Siyonîst ya kuştina jin û zarokan kirin.Vê xwepêşandanê ev peyam da cîhanê ku divê  bo rêzgirtina li  jinan ,  kuştina wan ji aliyê dagirkerên îsraîlî ve bê rawestandin. 

Di roja cîhanî ya jinan de, rejîma dagîrker a Îsraîl 4 filistînî bi navên Buşra El-Tevîl, rojnamevan û keça Cemal El-Tevîl, yek ji rêberên Hemasê, ligel 4 jinên din ên filistînî li bajarê Ramullahê girtin. Dagirkeran her wiha 40 filistînî li Ramallah, Tubas û Beytlehmê girtin.Pêla girtina filistîniyan piştî 7ê Cotmehê bû sedema girtina zêdetirî 7 hezar û 300 kesan.

Dagirkerên li rexê rojava bi  êrişên xwe hewil didin ku di meha Remezanê de pirsgirêkên muhtemel pêşbînî bikin û her bûyerên teqînên yên çavrêkirî li heftiyên dahatî de rawestînin.

 

Serepeyv