Adar 08, 2024 08:09 Asia/Tehran
  • Zarokên Xezeyê di bin dorpêça bombebaran, kêmasiya avê û birçîtiyê

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê derbarê rewşa nalebar birçîbûn û kêmasiya avê bo zarok û nexweşên li Xezeyê de hişyarî da.


Eşref El-Qedre got: Birçîbûn û xela  her ku diçe girantir dibe û eger êriş neyên rawestandin û alîkariyên bilez ji bo zîvala Xezeyê neyên şandin dê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin. 

El-Qedre got: Birçîbûn li bakurê Xezeyê gihîştiye asta xwe ya herî xirab nemaze ji bo zarok, jinên ducanî û kesên ku tûşî nexweşiyên demdirêj hatine.

Heta niha 18 zarokên sawa yên Filistînî ji ber kêmxwarinî û nebûna avê şehîd bûne.

Di 154emîn roja jînosayda Amerîkî-Îsraîlî li Xezeyê de, rêxistinên mirovî yên navdewletî derbarê belavbûna xelayê li Xezeyê hişyarî dan.

Lê hevgavê van hişyariyan, rejîma dagîrker şîdeta êriş û bombebaranên xwe zêde kirine ûderbarê mirina zarok û sawayên filistînî ji ber kêmasiya xwarinê xemsariyê dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî di 154emîn roja şerê Xezeyê de ragihand ku ji ber berdewamiya bombebarana Zîvala Xezeyê hejmara şehîdên filistînî gihîştiye 30 hezar û 800 kesî û hejmara birîndaran jî gihîştiye 72 hezar û 298 kesan.

 

Serepeyv