Adar 07, 2024 09:13 Asia/Tehran
  • Hamas: Rejîma Îsraîlê li dû serdetbûna ser axa Filistînê digere

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê ragihand ku dijminê dagirker li dû serdetbûna ser erdên Filistînê digere û dixweze filistîniyan dorpêç bike.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê di daxûyaniya xwe de tekez kir ku pesendkirina plana avakirina 3500 xanîber û malên  nû ji bo bajaroknişînan li axa dagirbûyî li başûrê Qudsê, tekezî li ser planên dijminên siyonîst ji bo serdestbûna ser axa Filistînê û û dorpêçkirina wan bi bajarokên siyonîstnişîn jibo jinavbirina her cure îmkana avakirina welatê serbixwe yê Filistînê bi paytextiya Qudsê ye. 

Tevgera Hemasê tekez kir: Plana nû ya siyonîstan ya çêkirina bajarokan pûç û batil e û tu bingeheke rewa û yasayî tine û nîşana îsyan û xemsariya Rejîma Siyonîst û serkirdeyên  wê  ên cinayetkar li hember civaka navdewletî ye.

Hemasê ragihand ku ji NY û hemû aliyên peywendîdar dixwaze ku sizayan li dijî rêjîma cinayetkar û serkirdeyên wê yên Nazî bisepînin, û em li hember van destdirêjiyan , ku dê alozî û nakokiyan li navçeyê zêdetir bikin, bêdeng namînin û em derbarê wê yekê de hişyariyê didin.

Serepeyv