Adar 07, 2024 07:58 Asia/Tehran
  • Usame Hemdan: Amerîka û Rejîma Îsraîlê li dû agirbeseke demkî digerin, em rêketineke nivîskî dixwazin

Yek ji rêberên Hamasê ragihand ku tiştê ku Amerîka û Îsraîl dixwazin agirbeseke demkî ye û got: Em daxwaza rêketineke nivîskî û garantîbûyî dikin bo rawestandina şêr û agibesa li Xezeyê.

Usame Hemdan yek ji rêberên pilebilind ên Hemasê ragihand: Bê şik îsraîlî dixwazin qeyrana mirovî girantir bikin. Wî got : Ev astengî ji roja destpêkê ya ku pêşnîyara Parîs-1ê hat raberkirin, hebû û em bi awayekî realîstî pê re rûbirû bûn.Usame Hemdan got: Ji roja ewilî ve diyar bû ku hemû daxwaza Amerîka û Îsraîlê agirbesa demkî bû û ew li dijî rawestandina tam a şer bûn.

Wî got: Amerîkî û Îsraîlî deê derbas dikin. Helwesta me ji destpêkê ve diyar bû ku her agahîiyek li ser girtiyan berdêla xwe heye û em rêketineke nivîskî dixwazin û em ji viya kêmtir qebûl nakin.Vî endamê payebilind ê tevgera berxwedanê ya Filistînê di dewama axaftina xwe de got: Şerê me yê niha bi siyonîstan re şerek e ku dê bi serketinê bi dawî bibe û gelê Filistînê dê bi ser kevin.

 

Serepeyv