Teqeziya komên berxwedana Filistînê ser pêwîstiya rawestana li himber cinayetên Îsraîlê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i346863-teqeziya_komên_berxwedana_filistînê_ser_pêwîstiya_rawestana_li_himber_cinayetên_Îsraîlê
Serok û nûnerên komên filistînî yên beşdar li civîna Moskoyê di daxûaniyekê de ser pêwîstiya rawestana li ber cinayet û jînosayda Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezeyê tekez kirin.
(last modified 2024-03-02T00:53:34+00:00 )
Adar 02, 2024 04:20 Asia/Tehran
  • Teqeziya komên berxwedana Filistînê ser pêwîstiya rawestana li himber cinayetên Îsraîlê

Serok û nûnerên komên filistînî yên beşdar li civîna Moskoyê di daxûaniyekê de ser pêwîstiya rawestana li ber cinayet û jînosayda Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezeyê tekez kirin.

Hejmarek  ji nûnerên komên filistînî ji wan Tevgera Rizgariya Netewî ya Filistînê, Feth û Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hamas di civînekê de ku ji aliyê rayedarên Rûsiyê ve li Moskowayê hat lidarxistin de  hevdîtin pêk anîn û li ser rewşa niha û ya pêşerojê ya Filistînê gotûbêj kirin.Husêyn Hemaîl, berdevkê tevgera Fetih, armanca vê civînê peydakirina riyên hevgirtina komên filistînî û avakirina welatekî serbixwe yê Filistînê ragihand.Di vê hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov daxwaza avakirina welatekî serbixwe yê Felestînê li ser bingeha biryarên Encûmena Ewlekariyê û Civata Giştî ya NY kir.Beşdarên civîna komên filistînî li Moskoyê, bi weşandina daxûyaniyekê, li ser erkên lezgîn ên li pêşberî gelê Filistînê û yekitiya jibo wan li hev kirin û ser pêwîstiya rawestana li ber destdirêjî û şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li dijî xelkê zîvala Xezeyê, rexê ropjava û Qudsê ku bi piştgiriya berfireh a Amerîkayê tê kirin, tekez kirin.