Sibat 16, 2024 08:03 Asia/Tehran
  • Serokê polîtboroya Hemasê tekez kir ku ger rêketinek pêk were divê agirbes bê garantîkirin

Serokê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê, Hamas bal kişand ser vê yekê ku pêwîstiya her rêkeftinekê, garantîkirina pêkanîna agirbesê ye.

Îsmaîl Heniye got: Her lihevkirinek muhtemel divê garantiya agirbesê, derketina artêşa rejîma  Îsraîlî ji zîvala Xezeyê û rêkeftina veguhertina girtiyan  jî bike.

Her wiha Muhemmed Nizal yek ji rêberên Hemasê got: Daxwaza komên berxwedanê, vekişîna tam a artêşa siyonîst ji zîvala Xezeyê û azadkirina girtiyên filistînî li hember  girtiyên dijminê siyonîst tam maqûl e.

Vî rêberê Hemasê destnîşan kir: Rêkeftina  ji bo veguhertina girtiyan di rewşekê de ku jînosayda Nêtanyhaû li dijî gelê Filistînê dewam dike, nayê qebûlkirin.

 

Serepeyv