Sibat 16, 2024 07:52 Asia/Tehran
  • Êrişa hewayî ser bakurê Refehê û êrişa leşkerên siyonîst ser bakurê Refehê

Artêşa Rejîma siyonîst vê sibê malek li taxa El-Nesr li bakurê Refehê kire armanc û di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser vê malê de 7 filistînî şehîd û çend kesên din jî birîndar bûn.

 

Ev êriş di halekî de pêk tên ku welatên curbicur derbarê her cure operasyonên bejayî li Refehê hişyarî dane Rejîma Siyonîst.Leşkerên Îsraîlî herwiha êrişî kempa Şebore  li navenda Refehê kirine.

Êrîşên Rejîma Siyonîst ser Refehê di halekî de ye ku zêde ji 1.3 milyon aware ji bakûr û navenda Xezeyê li vî bajarî kom bûne.Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom  careke din banga agirbeseke mayînde li Xezeyê kir û got ku rewşa  Xezeyê wek cehnemê ye.

Serepeyv