Sibat 10, 2024 08:58 Asia/Tehran
  • Şehadeta 11 filistîniyan di encama bombebarana malekê li Refehê

Balefirên cengê yên Îsraîlê vê sibê malek li taxa El-Nesrê li bakurê Refehê li başûrê zîvala Xezeyê bombebaran kirin ku di encamê de 11 kes şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.

 

Balafirên Îsraîlê he wiha taxên El-Cenînê li rojhilatê Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê kirin armanc.

Nûçegihanê El-Meyadîn jî ragihand ku  di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê li kampa Cebeliya li bakurê rojhilatê zîvala Xezeyê hin welatiyên Filistînî birîndaran şehîd bûn.

Di heman demê de wezîrê karên derve yê Norwêjê di axiftinekê de berdewamiya bombebarana Refehê li başûrê Zîvala Xezeyê rexne kir û bal kişand ser vê yekê ku her êrişeke bejayî ya artêşa siyonîst ser Refehê dê rewşa bi karesat a niha xirabtir bike û şandina alîkariyên mirovî  bo Zîvala Xezeyê  zehmettir bike.

 Ji aliyê din ve, berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê J Jozêp Borêl derbarê alûgurên i Xezzeyê dilnigiraniya xwe nîşan da û got ku nûçeyên derbarê êrişa leşkerî ya Îsraîlê  ser Refahê li başûrê Zîvala  Xezeyê meriv dilnigeran dikin. 

Borêl diyar kir ku êrişa li ser Refehê dê encamên mirovî yên karesatbar li Xezeyê hebe . Borêl got ku  niha 1.4 milyon filistînî li Refehê aware bûne û tu ciheke ewleh tinene ku penaha xwe bibine û rastî birçîtî û xelayê hatine.

 

Serepeyv