Berdewamiya êriş û cinayetên Rejîma Siyonîst li başûrê zîvala Xezeyê
Çavkaniyên nûçeyan derbarê bombebaran û Gullebarana bajarên Refeh û Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst û şehîdbûna hejmarek ji filistîniyanagahî da.
Xwefirên Rejîma Siyonîstî malekli rojhilatê Refehê li başûrê zîvala Xezeyê bombebaran kirin.Di encama bombebarana malekê de li nêzîkî birca Ewez li taxa El-Ceninê li rojhilatê Refehê, herî kêm 3 kes şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn. Hejmarek ji welatiyên filistînî jî di encama bombebarana vê malê de wenda bûne û di bin kavilan de mane û operasiyona lêgerînê ji bo peydakirina wan berdewam e.
Çavkaniyên nûçeyan her wiha derbarê êrişên giran ên artêşa Rejîma Siyonîst ser bajarê Xan Yûnis li başûrê zîvala Xezeyê agahî dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Zîvala Xezeyê duh Înê di amarên xwe yên dawî de, ragehand ku hêzên dagirker ên siyonîst di 24 saetên derbasbûyî de 19 komkujî li navçeyên curbicur ên Xezeyê pêk anîne ku di encamê de 183 filistînî şehîd bûne.
Çavkaniyên nûçeyan her wiha vê sibê derbarê şehîdbûna ciwanekî filistînî k ji aliyê eskerên siyonîst ve agahî dan. Ciwanê Filistînî Qesam Yasîn ê xelkê gundê Ebû Zeîf ê li nêzîkî Cenînê li bakurê Rexê Rojava di encama êrişa leşkerên dagirker ên îsraîlê ser vê navçeyêşehîd bû.