Daxuyaniya Cîhada Îslamî dijî boykotên Ewropayê dijî komên berxwedanê
Tevgera Cîhada Îslamî di daxuyaniyekê de tekez kir: Em biryara Ewropayê derheq boykotên dijî tevgera Cîhada Îslamî û Hemasê û danîna navê 6 kesan nav lîsteya boykotan bi tundî şermezar dikin.
Tevgera Cîhada Îslamî he wiha ragihand: Ev biryar ecêb nîne û tu qîmetek wê nîne û eşkere piştgiriya ji Rejîma dagirker tê hesabê.Cîhada Îslamî bal kişande ser vê yekê ku vv biryara YE nuxumandineke siyasî bo rejîma dagirker pêk tîne û ku bi rêya wê jînosayda ku dijî gelê Filistînê pêk tîne veşêre.
Her wiha ev kiryara YE piştgiriyeke leşkerî û îstixbaratî bo destdirêjiya ser Xezeyê pêk tîne û hemû daxwazên xelkê wê ji bo rawestandina destdirêjiyê paşguh dike.Di vê daxûyaniyê de hatiye: Komên Berxwedana berevaniyê dike li mafên gelê ku axa wan hat dagirkirin, aware bûn û 76 salan bûne hedefa cinayetên jînosaydê û heta roja serketin û rizgarbûnê dê erkên xwe berdewam bikin.