Çile 19, 2024 10:19 Asia/Tehran
  •  Rejîma Siyonîst li xwe mukur hat ku vegerandina girtiyên Israîlî ji rêya operasyonên leşkerî serê xwe nagre

Li 150-emîn roja êrişên berdewam ên Rêjîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê û rexê rojava, endamê kabîneya cengê ya Rejîma Siyonîstî li xwe mukur hat ku ku vegerandina girtiyên Israîlî li Zîvala Xezeyê bi operasyonên leşkerî serê xwe nagre.

Îro Înê di 105-mîn roja berdewamiya êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê û Rexê Rojava, Gadî Ayzenkot endamê kabîneya cengê ya Îsraîlê li xwe mukur  ha ku qet vegerandina girtiyên îsraîlî  bêyî  bidestxistian rêketina veguhartina girtiyan serê xwe nagre.

Wî got ku her kesê ku tiştekî din  ji xeynî viya bibêje,derewan dike.

Hevgav artêşa Îsraîlê derbarê kuştina leşkerekî û birîndarbûna 3 leşkeran li  Xezê li xwe mukur hat. Vê sibê leşkerên siyonîst êrişî gundê Qobiya li Ramullahê li rexê Rojava Filistînê kirin.

Li gor nçeyeke din, vê sibê di encama  teqîna  li malekê li Xan Yûnisê herî kêm 13  kes şehîd an birîndar bûneku di nav wan de zarokek jî tê dîtin.

Leşkerên Rejîma Israîlê  hevgav  ku başûr û navenda zîvala Xezeyê topbaran kir,êrişî çend xalên rexê rojava ji wan kampa Tulkerm û Ramullahê kirin, ku bû sedema şer û pevçûnên navbera şervanên filistînî û siyonîstan.

Serepeyv