Çile 06, 2024 08:56 Asia/Tehran
  • Di encama êrişên siyonîstan ser Xezeyê 35 kes şehîd û 60 kes birîndar bûn

Şerê li Xezeyê di halekî de derbasî çaremîn meha xwe bûye ku êrişên giran ên hewayî û topxaneyî yên Rejîma Siyonîst ser vê navçê berdewam in

 Di encama êrişên duh  ên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê de 35 kes şehîd bûn û zêdetir ji 60 kes jî birîndar bûn, di nav van êrişan de 2 malên li  Dêra Belehê û Kuy El Menare ketin ber êrişan u di encamê de  çar kes ji wan zarokek şehîd bû. 

 Di encama  bombebarana  kampa El-Nusîrat a 8 km  ya  başûrê Xezeyê de 4 kes şehîd bûn, di nava wan de zarokek jî heye.

Hêzên siyonîst her wiha êrişî taxên Tulkeremê li bakurê rexê Rojava ya Çemê Urdinê kirin.

Lê tevî êrşên giran û berfireh ên hewayî û topan ên li ser Xezeyê, komên berxwedanê hîn jî hêza xwe ya avêtina roketan ber bi herêmên dagirkirî ve diparêze û ragihand ku di vê êrîşê de hemû kesên di vêtrimbêlê  de mirine an  birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê  ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişa vê dawiyê ya vê  zîvalê  gihîştiye 22 hezar û 600 şehîd û 57 hezar û 910 birîndaran.

Serepeyv