Çile 05, 2024 16:32 Asia/Tehran
  • Avêtina bi hezaran ton teqemeniyê ser xelkê Xezayê ji aliyê rejîma dagirker ve

Rayedarên filistînî li zîvala Xezeyê ragihandin ku Rejîma Siyonîst di sê mehên borî de nêzî 65 ton teqemenî avêtiye ser xlkê Xezeyê.

 

Rayedarên Filistînê li zîvala Xezeyê dibêjin ku Rejîma Israîlê  bi 45 hezar rokêt û bombeyên pir mezin bi giranîya zêdetirî 65 hezar tonî ew navçe bombebaran kiriye.

Li gor gotina berpirsên filistînî, hinek ji wan bombeyên ku rejîma sexte ya Îsraîlê ji bo bombebarankirina zîvala Xezeyê bi kar aniye, ji babet giranî û hêza wêranker ve bi qasî  sê bombeyên etomî ne, mîna bombeyên ku Amerîkayê di bombebarana etomî ya Hîroşîmaya Japonê de bi kar anî.

Rayedarên Filistînê li zîvala Xezeyê li ser vê bawerê ne ne ku du ji sêyê bombe û mûşekên ku ji aliyê Rejîma Dagîrker a Israîlê  ve li Xezeyê bi kar  hatiye , nayên kontrolkirin û ev yeka tê wê wateyê ku siyonîstan bi awayekî berfireh welatiyên sivîl bi van bombeyan dane ber êrişan. Ji aliyê din ve artêşa rejîma sexte ya Îsraîlîê li xwe mukir hat ku 3 leşkerên wê di şerê bihêzên berxwedanê ên filestînî li Tulkermê de birîndar bûne û rewşa yek ji wan xedar e.

 

 

Serepeyv