Çile 05, 2024 15:45 Asia/Tehran
  • Xalid Meşel: Armanca siyonîstan ji terorkirina Salih el-Arûrî kişandina qeyrana xwe bo derve bû

Serokê tevgera Hemasê li derve ragihand ku armanca Rejîma Siyonîst ji terorkirina Salih El-Arûrî, alîkarê nivîsgeha siyasî ya vê tevgerê, kişandina qeyrana xwe bo derve û tevlihevkirina hesabên berxwedanê û navçeyê bû.


Serokê tevgera Hemasê li derve, derbarê terorkirina şehîd Salih el-Arorî û şeş kesên din ji wan du fermandarên el-Qesam baskê leşkerî yê Hemasê û 4 endamên vê tevgerê li Beyrûtê  got:

Dijmin dixwest bi terorkirina El-Arûrî qeyrana ber bi derve bikşîne û ser vê bawer bû ku ev yek dê hesabên berxwedanê û navçeyê têk bibe û terorkirina rêberan ji aliyê vê rejîmê wê îradeya berxwedanê û rêbertiya wê lawaz bike.

Serokê tevgera Hemasê li derve got: Ev teror  ji ber işkest û bêhêvîtiya dijmin  ji piştî sê mehan destdirêjiya hovane û holokastî dijî xelkê zîvala Xezeyê cih hat. 

 Meşel tekez kir: Dijmin bi zûtirkê dê bizane ku wî ehmeqtî kiriye.Xalid Meşel bal kişand ser baldariya tevgera xwe ser ewlehî û berjewendiyên her welat û hikûmeta erebî û got: Şerê me bi dijminê siyonîst re ye.

Wî got ku berdewamiya êrişên ser Xezeyê û terorkirina serkirdeyên li derveyî Zîvala Xezeyêdê şikesta Israîlê bileztir dike û morela  berxwedanê bihêz bike.

Serepeyv