Bêtifaqiya di navbera endamên kabîneya Rejîma Siyonîst
Kanala 12 a Rêjîma Siyonîst derbarê zêdebûna nakokiyan di navbera endamên kabîneya serokwezîrê Binyamîn Netanyahû agahî da.
Kanala 12 a Rêjîma Siyonîst eşkere kir ku Benyamin Netanyahu serokwezîrê Rêjîma Siyonîst pêşiya hizûra Dêyvîd Bêrnî serokê dezgeha sîxuriyê ya Mosadê û Ronîn Bar serokê ŞABAKê li civîneke ewlehî ya hestiyar kiriye.
Qirar bû serokê Mosadê û serokê Şabak bi wezîrê cengê û serokê erkantiya hevpar a artêşa siyonîst beşdarî vê civînê bibin lê ev yek pêk nehat.
Pêştir jî rojnameya El-Exbarê ragihandibû ku endamên kabîneya cengê ya Rejîma Siyonîst ku ji destpêka vê kabîneyê ve nekarîne li bara stratejiya leşkerî ya vê rejîmê di şerê Xezeyê de helwêsteke hevpar hebin, her wiha derbarê guhestina bo qonaxa sisyan a şêr jî bi hev re pirsgirêka wan heye. Kanala televizyona 12 ya Rejîam Siyonîst ragihand: Serokên dezgehên ewlehiyê yên Îsraîlê daxwaz ji Netanyahu kirin ku civîneke taybet ji bo gotûbêja li ser senaryoyên paşerojê li Xezeyê eva ku kî piştî bidawîhatina şer dê li wir hikûmetêbike behs bê kirin lê Nêtanyahû ev yek qebûl nekir.