Kanûn 30, 2023 10:23 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûnên girandi navbera hêzên berxwedana Filistînê û Rejîma Siyonîst li Xezeyê

Leşkerên Rejîma Siyonîst vê sibê êrişî devera Museles El Mezreê li Yeta li başûrê El-Xelîlê li rexê Rojava kirin.

Piştî vê êrişê şer û pevçûn  di navbera hêzên dagirker û hêzên berxwedana Filistînê de derket  ku di encamê de du kes bi derba gulleya leşkerên siyonîst şehîd bûne. 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di van pevçûnan de ciwanekî 17 salî jî birîndar bûye.

Dagirkeran her wiha êrişî  ser bajarokê Beytayê li başûrê Nablusê û bajarên El-Xelîl  û Beytlehmê li rexê Rojava û her wiha navçeya Qûsînê a li rojavayê Nablusê kirin.Hêzên berxwedêr ên Filistînê bi siyonîstên êrîşkar re li navend û rojhilatê Xan Yûnis û mêhwera El Berîcê ya Zîvala Xezeyê ketine pevçûnê.Di eynî demê de fermandariya tabûrên Qesam ragihand ku têkoşerên Filistînî li kemînekê li rojhilatê taxa El-Teffahê li Zîvala Xezeyê tankeke artêşa Siyonîst têk bir û deh leşkerên siyonîst kuştin. 

 

Serepeyv