Kêl bi kêlî bi Bahoza El-Eqsayê re di roja 78'an de
Berxwedan û rawestana hêzên filistînî li hember destdirêjkiran li mêhwerên curbicur ên zîvala Xezeyê û berferehkirina operasiyonên dijî siyonîstan li rexê rojava ji nûtirîn nûçeyên têkildarî Filistînê ne.
Xwefirên Rejîma Siyonîst êrişên xwe ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezeyê berdewam dikin.
Di encama êrişên balefirên cengê yên Rêjîma Siyonîst ser malên li taxa El-Amal li Xan Yûnisê çend kes şehîd û birîndar bûn.
Her wiha hinek teqîn li parêzgeha El-Westîbê pêk hatin.
Xwefirên artêşa rejîma dagirker ser esmanê Benî Suheyla ya dikeve rojhilatê parêzgeha Xan Yûnisê li başûrê zîvala Xezeyê geriyan.
Her wiha di encama bombebarana malên li navenda bajarê Dêr El-Belah li navenda zîvala Xezeyê gelek kes şehîd an birîndar bûne û ji bo nexweşxaneya Şehdul El-Eqsayê hatin veguhestin.
Li gorî vê raporê, siyonîstan di dema hewildana jibo pêşdeçûnê li devera Tel-Zeiterê dest bi xerakirina nexweşxaneya Endonezyayê kirine.
Her wiha topxaneyên Rejîma Siyonîst kampa Cebaliyê li bakurê zîvala Xezeyê kirin armanc û li gorî rapora El-Meyadîn`ê, şer û pevçûnên giran di navbera hêzên berxwedanê yên filistînî û dagirkerên siyonîst li El- başûrê El-Belehê berdewam in û hêzên filistînî bi wan re li bakurê Xan Yûnisê li başûrrê Zîvala Xezeyê ketin nava şêr.
Cebaliya di çend saetên borî de şahidê pevçûnên giran di navbera her du aliyan de bûye.