Li taxeke Xezeyê 20 leşkerên Rejîma Siyonîst hatin kuştin
Kanala 12 ya Televîzyona Rejîma Siyonîst ragihand ku di hefteya dawî da 20 leşkerên vê rejîmê li Taxa Şucayîye ya Xezeyê hatine kuştin.
Vê kanalê ragihand ku ev leşker di encama pevçûnên bejahî yên vê hefteya dawî li Taxa Şucayîyeyê ya rojhilatê bajarê Xezeyê hatine kuştin. Medyayên Rejîma Siyonîst mukir hatine ku di pevçûnên Taxa Şucayîyeyê ya Xezeyê tevî ku hejamreke efser û leşkerên Rejîma Siyonîst hatine kuştin, ti şervanekî filistînî nehatiye kuştin. Medyaya siyonîstî ya Ha Arêtzê di vî dawî da ragihand: Bûyera xeternak ku tê da 9 efser û leşkerên tîpa bijare ya Golanî li Şucayîyeyê hatine kuştin, tenê beşeke rastiya şêrr li Xezeyê ye. Rojnameya siyonîstî ya Me'arîvê jî ragihand: Hejmara roketên ku hêzên Hemasê li Taxa Şucayîyeyê ber bi tank û erebeyên zirêhî yên îsraîlî va avêtine, nayên hejmartin. Televîzyona Rejîma Siyonîst her wiha qala şerê rûbirû û kes-bi-kes li Taxa Şucayîyeyê kir ku navbera leşkerên vê rejîmê û şervanên Berxwedanê didome.
Berdevkê Artêşa Rejîma Siyonîst jî berbanga îro Yekşemiyê di hevpeyvîna digel Kanala CNN'ê da mukir hat ku leşkerên vê rejîmê ji ber cenga li Xezeyê bi giranî westiyane û hinek ji wan ev meh û nîvek e ku di qada şêrr da ne. wî tekez kir: Sê desteserkiriyên îsraîlî ji ber binpêkirina rêzikên pevçûnê ji aliyê leşkerên vê rejîmê hatin kuştin.