Kanûn 16, 2023 10:32 Asia/Tehran
  • Riyaz Mensûr êrişa rejîma dagirker ser Xezeyê weke şerê li dijî sivîl û zarokan da zanîn

Nûnerê Filistînê li NY êrişa rejîma dagirker ser zîvala Xezeyê, şerê dijî sivîlan, zarokan û dîrok û hebûna Filistînê bi nav kir.

Riyaz Mensûr di civîna Civata Giştî ya NY de ku bona hilkolandina alûgurên li Xezeyê hat lidarxistin, got: Êrîşker  kesên  sivîl, nexweşxane, xanîber, sazî, nanpêjxane, mizgevt, dêr û perestgehên dîrokî  didn ber êrişan. 

 Nûnerê Filistînê got: Îsraîlê hin tax tam wêran kirine û hemû filistînî li Xezeyê aware  kirine da ku  cardinê wêne û bîranînên karesata sala 1948`an bi kuştin û koçkirina bi darê zorê ya xelkê me dubare bibin.

Riyaz Mensûr tekez kir ku cîhan daxwaza rawestandina demildest a destdirêjiyan dike , lê rejîma dagirker tim jînosaydê berdewam dike.

Serepeyv