Hamas: Vetoya Amerîkayê di Konseya Ewlehiyê dije mirovî û nîşana hevkariya rasterast a Waşengotnê li jînosayda filistîniyan e
Endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) Îzet El-Reşq got: Vetoya biryarnama KOnseya Ewlehiyê nîşana hevkariya rasterast a Amerîkayê di kuştina gelê Filistînê de ye.
Îzzet El-Reşq kiryara Amerîkayê derheq vetokirina pêşnûmeya biryara Konseya Ewlehiyê de ku daxwaza agirbesê li Xezayê kiribû, bi tundî şermezar kir û got: Vetokirina reşnivîsa biryara Konseya Ewlehiyê ji aliyê Amerîkayê ve karekî neexlaqî û dijmirovî ye.Dijberiya Waşîngtonê li himber dayîna biryarnama rawestandina şer, beşdariya rasterast a Amerîkayê li kêleka Rejîma dagirker a Siyonîst li kuştina gelê Filistînê û cinayetên zêdetir li jînosayda vî gelî ye.
Biryarnama ku ji aliyê Îmaratê ve hatibû pêşniyarkirin, roja Îniyê di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY de jêre deng hat dayîn ku ji 15 endamên vê konseyê dengê 13 dengên erê, endamekî Amerîkayê dengê na û endamê din yanî Inglîzê jî dengê bêalî danê.