Kanûn 08, 2023 15:25 Asia/Tehran
  • Qeyrana Xezeyê, qeyrana herî xirab li cîhanê

Zêdetirî 12 ajansên NY û rêxistinên mezin ên ne hikûmî, qeyrna Xezeyê weke yek ji xirabtirîn qeyranên cîhanê dane zanîn.

 

Nûnerên zêdetirî 12 ajansên NY û rêxistinên mezin ên nehikûmî ku li Emanê  hevdîtin pêk anîn û di daxuyaniyekê de bal kişandin ser bi sedan hezar penaberên filistînî li Xezeyê, kêmbûna xwarin û avê û têkçûna sîstema pijîşkî ya Xezeyê.

Di vê daxûyaniyê de hatiye: Hemû rêxistin û dezgehên mirovî  yên  alîkariyê,  hemû hewlên xwe didin. Lêbelê,  tenê beşek ji hewcedariyên mezin  dikarin dabîn bikin

Di daxuyaniyê de daxwaza vekirina  deriyê sînorî yê Kerem Ebû Selîm (Kerem Şalom) bo şandina alîkariyên zêdetir bo Xezeyê û  veguhestina filitîniyên birîndar bo navendên dermankirinê li dervey Xezeyê hatiye kirin. 

 

 

Serepeyv