Mijdar 17, 2023 17:17 Asia/Tehran
  • Êrîşa ser malekê li başûrê Zîvala Xezeyê; 10 filistînî şehîd bûn

Medyayên filistînî êvara Pêncşemiyê ragihandin, di cinayeteke din da ji ber êrîşa asimanî ya Rejîma Siyonîst ser malekê li başûrê Zîvala Xezeyê, 10 kes şehîd bûn.

Li gorî rapora medyayên fiolistînî, ev mal li navçeya El-Qerareyê li rojhilatê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê ye. Balefirên şêrr ên siyonîstan her wiha Kampa Cebalyayê dan ber êrîşê ku di encama wê da jî zirar û ziyanên canî û malî çêbûn.Ji aliyê din va li gorî nûçeyan pevçûnên navbera têkoşerên berxwedanê û dagirkeran li çend bereyan li Xezeyê girantir bûye. Li gorî vê raporê, pevçûneke gellekî giran navera têkoşerên Berxwedana Filistînê û dagirkerên îsraîlî li derdora meydana Filistînê û xaçerêya El-Samirê li Xezeyê diqewime. Hevdem topxaneya Artêşa Rejîma Siyonîst bi awayekî hovane van navçeyên Xezeyê topbaran dike. Her wiha du saziyên filistînî ragihandin, ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê di 7ê Cotmehê va heta niha û hevdem digel bombebarana giran ser Zîvala Xezeyê, 2 hezar û 790 filistînî li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ji aliyê siyonîstan va hatine desteserkirin.

Serepeyv