Mijdar 16, 2023 16:29 Asia/Tehran
  • Bersiva komên Berxwedêr li hember pêla nû ya êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê

Tabûrên Qudsê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku tlêkoşerên wê li derdora Nexweşxaneya Şîfayêli Xezeyê bi giran digel leşkerên dagirker ketine pevçûnê û derbên giran ên canî li wan dane.

Taxên derdora Nexweşxaneya Şîfayê hevdem digel pevçûnên giran navbera têkoşerên berxwedêr û leşkerên dagirker, bûye qada cengeke rasteqîn.

Wekbersiva bo cinayetên siyonîstan li Zîvala Xezeyê, Tabûrên Mucahidîn wek baskê leşkerî yê Tevgera Mucahidînê ya Filistînê ragihand ku bajarokên siyonîstnişîn ên Nîr Ewz û Meftahîmê dane ber mûşekan.

Tabûrên Berxwedana Neteweyî - Hêzên Şehîd Omer Qasim jî ragihand ku bi reşaşe û topên hawanê leşkerên dagirker li başûrê rojavayê Xezeyê kirine armanc.

Her wiha zengila xeterê li bajarokên Hegoşrîm, Senîr û Kîbûts Dan, Şair Yeşûf û El-Xecrê li nêzikî sînorên başûrê Libnanê çalak bû.

Hizvbullaha Libnanê jî duh bi daxuyaniyekê ragihand, wek piştevaniya ji berxwedana Filistînê li Zîvala Xezeyê, sê baregeghên hêzên dagirker dane ber êrîşê.

Serepeyv