Cotmeh 21, 2023 18:00 Asia/Tehran
  • Daxwaza Civatên Îslamî yên xwendekarên Ewropayê ji bo rawestandina bilez a êrişên Rejîma Siyonîst ser Qezeyê

Civatên Îslamî yên xwendekaran li Ewropayê bi weşandina daxûyaniyekê cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li dijî gelê mezlûm û bêberevan ê Filistînê şermezar kirin û daxwaza rawestandina cinayet û êrişên Rejîma Siyonîst ser Gezeyê kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Civatên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê îro Şemiyê li vê daxûyaniyê her wiha daxwaza rawestandina bilez a bombebaran û dorpêçkirina Qezeyê ji aliyê Rejîma Siyonîstî kirin.

komeleyên Îslamî di vê daxûyaniyê de teqez li ser vê yekê kirin ku Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst û hevdestên wî ji ber binpêkirina qanûnên navneteweyî, cinayetên cengê li dijî filistîniyan, çêkirina bajarokên neqanûnî  li erdên dagirbûyî û bikaranîna çekên agirzê li dijî xelkê sivîl ê Filistînê divê bên mehkemekirin.

 

Serepeyv