Cotmeh 20, 2023 17:09 Asia/Tehran
  • Berxwedana Filistînê dîsan mûşek avêtin ser bajarokên siyonîstî

Çavkaniyên medyayî qala pêla nû ya êrîşa mûşekî ya Berxwedanê ser bajarokên siyonîstnişîn ên Esdûd û Esqelanê li başûrê Filistîn adagirbûyî kirin.

Bi derbasbûna Operasyona Bahoza Eqsayê bo roja 14an û dewama serkeftinên kêm mînak ji aliyê têkoşerên Berxwedanê va, Artêşa Îsraîlê ku nikare li hemberî têkoşerên filistînî raweste, bi bombeyên bihêz êrîşî ser navendên niştecihbûn, dermankirin, mizgeft û cihên kombûna awareyên filistînî li Xezeyê kir û 4 hezar û 137 filistînî ku pirraniya wan jin û zarok in, şehîd kirin.

Hêzên Berxwedana Filistînê careke din mûşek avêtine ser bajarokên siyonîstan. Tabûrên Qessam roja Îniyê ragihand ku bi roketan êrîşî ser bajarê Eşdûdê yê dagirbûyî kiriye.

Tabûrên Qessam her wiha qala êrîşa bi roketan ser bajaroka siyonîstnişîn a Kefar Ezeyê li rojkhilatê Xezeyê kir û ragihand ku zengila xeterê li vê bajarokê bilind bûye.

Ji aliyê din va, Çavkaniyên filistînî ragihandin ku Berxwedana Filistînê careke din çend roket avêtin bajarê Esqelanê yê dagirbûyî.

Hevdem encamên rapirsînên pêkhatî ji erdên dagirbûyî nîşan didin ku pirraniya siyonîstan Benyamîn Netanyahû Serokwzîrê Rejîma Siyonîst wek sebebkarê têkçûna li hemberî Berxwedana Filistînê dizanin. Li pey têkçûna Rejîma Siyonîst li hemberî Berxwedana Filistînê, nefreta niştecihên erdên dagirbûyî derheq Netanyahû û kabîneya wî zêdetir bûye.

Rojnameya Me'arîvê îro bi weşandina rapirsîna herî dawî li erdên dagirbûyî nivîsî: Sedî 80 ji îsraîliyan Benyamîn Netanyahû wek berpirsê têkçûn û kuştiyên êrîşa ji Zîvala Xezeyê dizanin. Pêştir Reuters'ê ragihandibû, Îsraîlî kabîneya Netanyahû wek sebebkarê destp0êbûna Operasyona Bahoza Eqsayê û Cenga Xezeyê dizanin.

Dûhateke girîng a cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan, pêkhatinahevdengiya navbera dewlet û miletên îslamî ji bo piştevaniya ji Filistînê ye. Di du hefteyên raborî da xelkê wlatên îslamî bi rakirina alaya Filsitînê piştevaniya xwe ji xelkê vî welatî bi taybet xelkê Xezeyê ragihandine.

Xelkê li gellek welatên îslamî amadetiya xwe ji bo çûyîna bo Xezeyê ji bo alîkariya bo xelkê vê navçeyê ragihandine. Mijara ecêb ev e ku hevdem digel dewama piştevaniya raya giştî ya cîhanê ji gelê mezlûm ê Filsitînê, dewleta Ameîkayê û serokên Yekitîya Ewropayê pişta cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelêkê Filistînê digirin.

 

Serepeyv