Cotmeh 11, 2023 09:54 Asia/Tehran
  • Meşa alîgirên Filistînê li Marsiya Fransayê

Tevî qedexeya lidarxistina meşê ji aliyê rayedarên Fransî ve, komek ji xelkê bendera Marsiyê daketin qadan û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Filistînê ragihandin.

 

Meşvanan di halkeî de ku alayên Filistînê bilid kiribûn, plakardaên  bi nivîsa ,Gelo erzişa canê filistîniyan ji ya we kêmtir e? sloganên wekî Filistîn, berxwedan û Mekron hevkarê Îsraîlê  qatil ,avêtin

Li gorî vê raporê, efserên polîs  bêyî ku beşdarên vê meşê ji hev belav bikin, du caran li ser bilingoyê ragihandin ku em radigihînin we ku ev kombûn bi fermana serokomar qedexe bûne û em we vedixwînin ku terka vir bidin.

Polîsê Fransayê tevî têkçûna projeya qedexekirina kombûna welatiyên Liyonê ji bo piştgiriya Filistînê,  bo cara duyemîn qedexeya lidarxistina kombûna alîgirên Filistînê li Fransayê ragihand.

Polîsên parêzgeha Doş Do Ron li başûrê Fransayê duh qedexekirina kombûna alîgirên Filistînê ku biryar bû îro danê êvarê li bajarê Marssiyê li başûrê vî welatî were lidarxistin, eşkere kir û di heman demê de xwepêşander tekezî li ser qedexekirina kombûna piştgirên Filistînê yên li Fransayê dikin û û dibêjin ku dê banga kombûnê berdewam bikin.

 

Serepeyv