Teqezya Hemasê ser berdewamiya berxwedana li hember Rejîma Siyonîstî
Tevgera Hemasê ragihand ku hegerên Întîfaza Eqsayê hîna bi hêz in û berxwedan bijardeya Filistîniyan ji bo bidestxistina mafên wan e.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) îro bi boneya 23`emîn salvegera Întîfaza El-Eqsayê tekez kir: Berxwedana giştalî, bijardeya stratîjîk ya gelê me ye ji bo vegerandina mafên xwe û azadkirina ax û cihên pîroz ji wan Quds û mizgevta mimbarek a Eqsayê.
Hamasê bal kişand ser vê yekê ku gelê Filistînê bi awayekî hevgirtî çavkaniya berxwedanê ye heta azadkirina ax û hêsîrên xwe dê li ser bijardeya berxwedanê û prensîb û nasnameya xwe pêgiriyê bikin.
Tevgera Hemasê eşkere kir ku Mizgevta Eqsayê weqfeke tam îslamî ye û dê wisa jî bimîne û Rejîma dagirker û faşîst a Siyonîst tu meşrûiyet û serweriya heta bihosteke wê tine.
Li gor nûçeyeke din, Rejîma Siyonîst ji tirsa operasiyonên berxwedanê yên têkoşerên filistînî dest bi liv û tevgerên berfereh li rexê rojavayî kiriye.
Medyayên erebî îro li bara amadetiya ewlehiyê li vê rejîmê ji tirsa operasyonên dijî siyonîstî ya filistîniyan li rojên cejnên cihûyan agahî dan.