Îlon 28, 2023 16:05 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana siyonîstan li ber mala Benyamin Netanyahu

Komek ji siyonîstên bajaroknişîn li ber mala serokwezîrê Reîma  dagirker li Qudsa dagirbûyî kom bûn û xwenîşandan kirin.

 

Xwenîşanderên siyonîst li dijî  Binyamîn Netanyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîst û kiryarên  i hellahella ên kabîneya wî ya tundrew slogan avêtin.

Xwepêşanderan her wiha li dijî pêşnumaya bi hellahella  ya guhertinên dadwerîyê slogan avêtin û daxwaza rawestandina proseya pesendkirina wê li parleman Rejîma Siyonîst kirin.

Xwepêşander dibêjin ku  Pêşnumayaguhertinên dadwerî dê derbeyeke giran li  qaşo demokrasiya  di Rejîma Siyonîst de bide.Hevgav li gor nûçeyeke din, siyonîstên bajaroknişînên ser bi hêzên dagîrkerê Qudsê , bi awayekî neqanûnî derbasî Mizgevta Eqsayê bûn û  bêrêzî li qîbla yekem a misilmanan kirin.

Bi dehan siyonîstên bajaroknişîn di bin tedbîrên giran ên ewlehiyê yên leşkerên dagirker de ji rexê Bab El-Mexrabeyê bi awayekî neqanûnî derbasî Mizgevta Eqsayê bûn.

Dayireya Ewqafa Îslamî li Qudsa dagirbûyî  jî di daxuyaniyekê de ragihand:

Bajaroknişîn derbasî Mizgefta Eqsayê bûn û ji bilî  kiryarên tehrîkker li hewşên wê, merasîmeke Telmudî li dar xistin.

Di daxuyaniya Dayireya Ewqafa Îslamî ya Qudsa dagirbûyî  de  hatiye ku polîsên Rejîma dagirker a Siyonîst her wiha rê li ber çûyîna nimêjkeran ji Qudsê û erdên dagirbûyî bo El-Eqsayê girtine û li ser nasnameya wan lêkolînan dikin.

Ji aliyê din ve Serokwezîrê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê destnîşan kir ku Înîsiyatîfa Aştiyêa Erebî derbarê meseleya Filistînê  bingeheke qebûlkirî ye bo hemî aliyan  û bal kişand ser vê yekê ku gelê Filistînê ji çar bereyan ve li dijî Rejîma Siyonîstî şer dike.

Mihemed Eştiye serokwezîrê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê li hevdîtina  bi Nayif Bin Bandar El-Sudairî balyozê nû yê Erebistana Siûdî li Filistînê got:

Rejîma Siyonîst 4 şer li dijî filistîniyan dest pê kiriye:  Şerê di nava axê bi dagîrkirina wê, şerek li himberî gel bi kuştin û koçberkirina wan li Beytulmuqedesê, şerekî aborî û di dawîyê de jî şerek ku di çarçoveya Cihûkirina Beytulmuqedesê ye

 Tevgera Hamasê bi boneya 23`emîn salvegera Întîfaza El-Eqsayê teqez kir ku ,berxwedan rêya stratejîk a gelê Filistînê ji bo bidestxistina mafên xwe û azadkirina axa wan e .

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi daxûyaniyekê ragihand ku sedemên întîfaza Eqsayê di  encama destdirêjî ûcinayetên Rejîma Siyonîst û hewlên wê bo êrîş û  bêrêziya ser mizgevta  Eqsayê ye ku  îro jî li ser berdewam e û gelê me ji bo Qibla yekem a misilmanan weke mertalê parastinê ne.

 

منبع خبر

Serepeyv