Hamas: Em ti garantiyekê ji dijminê siyonîst qebûl nakin
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got: Tu baweriya me bi dagirkerên siyonîst û sozên wan nemaye.
Di halekî de ku Rejîma Siyonîst ku vê dawiyê ji operasiyonên mûşekî yên berxwedana Filistînê vêzar bûye, careke din siyaseta terorê xiste rojeva xwe û gefa kuştin rêberên berxwedana Filistînê xwar.
Hazim Qasim Berdevkê HAMASê weke berteka li himber vê gefê got: Berxwedan dê bersiva cinayetên Rejîma Siyonîst bide.
Qasim diyar kir: Navbeynkar bi dû aramiyê ne û dixwein ku rewş aloz nebe, lê bi hebûna kabîneya tundrê ya Rejîma Siyonîst, ev hewldan bê encam in.
Vî rayedarê Hemasê destnîşan kir: Rêjîma Siyonîst rayedarên Hamas û Cîhada Îslamî li Gaza û Lubnanê berpirsê operasiyonên li rexê rojavaya çemê Urdinê dizane û rayedarên berxwedanê dê piştî giranbûna operasyonên berxwedanê li rexê rojavaya çemê Urdinê bi tundî bersiva gefên dijminên siyonîst bidin.
Berdevkê Hemasê tekez kir: Piştî gefên vê dawiyê yên dijminê siyonîst, berxwedanê tivdîrên pêwîst li hember her destdirêjiyeke Rejîma Siyonîst zêde kirine.