Plana nû ya Wezîrê tundrê yê Nêtanyahû bp berfirehkirina çêkirina bajarokan
Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst derbarê plana xwe ya ji bo terxankirina bûceyê bona berfirehkirina bajarokên siyonîstnişîn li rexê roavaya çemê Urdinê û bajarê Qudsa dagirbûyî agahî da.
Îtmar Bin Gwîr, Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Siyonîst dixweze terxankirina 120 milyon şikil (her dolarek beramberî 3 şekil û nîva) ji bo berfirehkirina bajarokên siyonîstnişîn li rexê rojavaya çemê Urdinê û Qudsê terxan bikeû biryar e ji vê pereyê 32 milyon şikil bo berfirehkirina bajarokên siyonîtnişîn li Qudsê were xerckirin.
Li gorî vê planê,biryar e li bajarê Qudsê kamerayên zêdetir bên danîn û miaşa hêzên ewlehiyê yên Rejîma Siyonîst jî zêde bibe û xalên lêgeriyê yên zêdetir li Qudsê bên avakirin.
Li gorî gotina karzana ev bername bona cihûkirina bajarê Qudsê û bidawîkirina hebûna filistîniyan li vî bajarî cih tê.
Rejîma Siyonîst dixweze ku 300 hezar siyonîstên din veguhezîne Qudsa dagirbûyî û zêdetirî 200 hezar kes ji filistîniyan neçar bike ku vî bajarî derkevin.
Her wiha Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bi boneya pêncî û çaremîn salvegera şewitandina Mizgevta Eqsayê tekez kir ku ev mizgefta pîroz ya hemî misilmanan e, mizgevta Eqsayê nabe were parçekirin û cihûkirin.
Di beşeke daxuyaniya Cîhada Îslamî de hatiye: Azadkirina Mizgevta Eqsayê ne tenê erkdariya filistîniyan nîne belkî erka hemî umeta îslamî û erebî ye.
Şewitndina mizgevta Eqsayê ji aliyê siyonîstan serhiladenek mezin li seranserê cîhana Îslamê pêk anî.
Rojakeê piştî vê bûyerê, bi hezaran misilmanên filsitînî nimêja îniyê li dervey mizgevta Eqsayê kirin û xwenîşadaneke berfreh tevayî Beytul Muqedesê dagirt û dûhatên vê bûyerê lidarxistina yekim civîn di asta rayedarên welatên Îslamî li bajarê Ribata paytexta Meqrêbê bû.
Ji aliyê din ve çavkaniyên ibrîzimên derbarê operasyona nû ya berxwedanê li rexê rojavaya çemê Urdinê û kuştina siyonîstekî û birîndarbûna çend kesên din agahî dan.