Tebax 18, 2023 14:41 Asia/Tehran
  • Bûdceya mezin a Rejîma Siyonîst ji bo parastina Bajarokên vê rejîmê li Qudsê

Rejîma Siyonîst ragihand ku 30 milyon dolar bo parastina ewlehiya bajarokên siyonîstnişîn li rojhilata Qudsê hatiye terxankirin.

Îshaq Goldingnov, Wezîrê Avedankirin yê  Rejîma Siyonîst, ragihand ku bûdceya 30 milyon dolarî bo parastina ewlehiya navça "Cebel El Zeytûn" û bajarokên siyonîstnişîn li rojhilata Qudsê hatiye terxankirin.

Vî wezîrê siyonîstî diyar kir ku terxankirina ewqas bûdceyê li vê navçê bêmînak e û got: Ji  xeynî bûdceyê dê bi sedan kes ji hêzên ewlehiyê  dê li devera Cebel El Zeytûnê bi cih bibin.

Rêjîma siyonîst vê dawiyê plana  çêkirna bajarokên nû li Qudsa Dagirbûyî pesend kiriye.

Li gor plana  ku hatiye pejirandin, 1700 xanîyên nû yên sîyonîstan li gundê "Beyt Hanîna" li bakurê Qudsa Dagirbûyî dê bên avakirin.

Serepeyv