Tebax 18, 2023 08:03 Asia/Tehran
  • Xwenîşanana xelkê Heyfayê dijî Nêtanyahû

Bi sedan kes li bajarê Heyfayê bona protestokirina plana kabîneya Serokwezîrê Rejîma Siyonîst derheq guhertinên di beşa dadweriyê de xwenîşandan li dar xistin.

Bi sedan kes li bajarê Heyfayê li bakurê Filistîna Dagirbûyî li ber avahiya konferansa ku partiya Lîkûdê bi serkêşiya Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst li darxistibû bona protestokirina pêşnumaya bi hellahella ya guherrinên di beşa dadweriyê de, kom bûn.

 Xwenîşanderan digotin:

Hûn şirîkê dîktatoriyê ne...

Heyfa dê bajarekî lîberal bimîne û Rejîma Îsraîlê dê demokratîk bimîne...

 Di heftiyên derbasbûyî de, bi dehan bajêr ji bakur heta başûrê Filistîna dagirbûyî ji wan Telavîv, Qudsa dagirbûyî, Bêir El-Seb bûne meydana  xwenîşandana  dijî kabîneya rastşop a tundrê ya Nêtanyahû û pêşnumaya guhertinên di beşa dadweriyê de.

 

 

Serepeyv