Tebax 09, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • Hişyariya komên filistînî derbarê kiryarên siyonîstan dijî hêsîran

Komên têkoşer ên filistînî hişyarî dan ku kêşesaziya dagirkeran li nav zîndanan dikare bibe sebeba teqîna rewşê.

Komên têkoşer ên filistînî roja Sêşemiyê hişyarî dan ku di siya gurrbûna kiryarên Rejîma Siyonîst dijî hêsîrên filistînî nemaze hêsîrên îsarî, rewş li zîndanên dagirkeran ber bi kêşeya zêdetir va diçe. Komên têkoşer ên filistînî kabîneya Netanyahû wek berpirsa binpêkirina lihevkirinên pêkhatî digel Tevgera Hêsîrên Filistînî dizanin.

Yasir Mezher nûnerê Tevgera Cîhada Îslamî li Komîteya Hêsîrên Neteweyî û Îslamî ya Filsitînê got: Em derbarê xeternakbûna rewşê li nav zîndanên dagirkeran hişyarî didin, nemaze ku hejmara desteserkiriyan zêde bûye.

Zekî Debabeş Nûnerê HAMAS'ê li vê komîteyê jî got:

Em ê li hemberî dewama desteserkirinên îdarî yên zalimane şehedê întifazeya berfireh li nav zîndanên dagirkeran bin.

Muhemed El-Xewel endamê Komîteya Navendî ya Bereya Gel ji bo Rizgarkirina Filsitînê tekez kir: Hêsîr di têkoşîna xwe li nav zîndanên dagirkeran ne bi tenê ne û hemî filistînî wê wek şerê xwe dizanin. Wî got: Em li ser pêwîstiya berfirehkirina pevçûna digel dijminê siyonîstî tekezî dikin, hema wisa ku em daxwaza berfirehkirina hevgirtina digel hêsîrên filistînî dikin.

Vê demê zêdetirî 4 hezar û 800 hêsîrên filkistînî ji wan 41 jin û 140 zarok li nav zîndanêîn Rejîma Siyonîst hêsîr in û dikevin ber cinayetên Rejîma Siyonîst.

Hêsîrên filsitînî di salên dawî da bi caran li nav zîndanên Rejîma Siyonîst ketine grevê. SDi sala 2020 û 2021ê da bi dehan filsitînî wek nerazîtiya li hemberî rewşa neguncan a zîndanan û îşkence û azirandina bi destê zîndanvanan ketin grevê.

Li gorî nûçeyeke din ji erdên dagirbûyî, li dû pesendkirina qanûna reformên dadweriyê, qeyran û qelaşa di asta siyasî û di asta civata îsraîliyan û artêşa Rejîma Siyonîst zêdetir bûye û ev rejîm xistiye ser nişêva hilweşînê.

Tamîr Pardo serokê berê yê servîsa sîxoriyê ya Rejîma Siyonîst (MOSSAD) di axaftinekê da bi tundî rexne li xebata kabîneya Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst girt û got: Ev kabîne siyonîstan ber bi jinavçûnê va dibe.

 

Serepeyv